Fatih Gazioğlu
02 Adar 2019•Rojanekirin: 03 Adar 2019
Li Karliovaya navçeya Bîngolê barîna berfê li ser jiyana rojane tesîreke neyînî dike.
Li Karliovayê piştî tava duh barîna berfê dîsa dest pê kir.
Ji ber barîna berfê rêyên taxan ên ku beriya vê nû hatibûn vekirin cardin hatin girtin.
Tîmên şaredariyê bi makîneyên kar ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kir.
Rayedarên şaredariyê gotin wan ji ber barîna berfê hemû tedbîr hildane û xebatên xwe bênavber didomînin.