10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
KARAMAN
Li navçeya Ermeneka Karamanê di malekê de şewat derket. Di şewatê de bav û 2 keçikên wî mirin.
Li gorî agahiyan li taxa Gul Pazarê li mala Kemal Saglam (42) ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Şewat ji aliyê ekîbên agirkujiyê û ciranan ve hat vemirandin.
Di şewata ku nava 3 seatan hat vemirandin da mala darîn hilweşiya û Kemal Saglam û 2 keçên wî Zeynep (19) û Ebru (8) canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku dayîka Zeynep û Ebru Saglam jî berî nuha bi 2 salan miribû.