10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di operasyona Mertalê Feratê da ku li bakurê Sûriyeyê li dijî hedefên terorê tê kirin, 367 hedefên DEAŞa rêxistina îmhe kirin û di operasyonan da 19 terorîst hatin berterefkirin.
TSKyê der barê geşedanên di operasyona Mertalê Feratê da agahî da.
Hat destnîşankirin ku operasyona ji bo girtina El Babê dewam dike.
- 367 hedefên DEAŞê hatin îmhekirin
Hat diyarkirin ku di operasyonê da 340 hedefên DEAŞê hatin bomberankirin û sitargeh, kozik, çek û wesaîtên DEAŞa rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Li gor agahiyên ku hatin dayîn, di encama operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li El Bab, Bzagah û Suflaniyahê birin ser 27 hedefên DEAŞa rêxistina terorê da sitargeh, kozik, tesîsên kontrola fermandariyê, sîlah û wesyît hatin îmhekirin.
Di çarçoveya operasyona ku ji beja û hewayê hat kirin da 19 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin, 3 hawan, 3 wesayîtên bi çek û wesayîteke ku topa 1X57 milîmî li ser e hatin îmhekirin.
Wek mayîn ekîbên paqijkirina mayîn û teqemeniyan ên ku piştgiriyê didin mixalifên ku herêmên ku DEAŞê tên paqijkirin bi cî dibin, ji destpêka herekatê vir da 2 hezar û 821 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin û 43 mayîn îmhe kirin.