KARAMAN
Li Ermenekê xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo karkerên di kana komirê de asê mane berdewam dikin û her wiha cesedê 2 karkerên din jî hat derxistin.
Cinazeyên 2 karkerên ku ji kana komirê derxistin, bi ambulansan şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Ermenekê.
Hat diyarkirin ku ji bo 6 karkerên din ên ku hê di kanê de ne jî xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.
Di vê navberê de li ber nexweşxaneyê tewdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.