Hasan Hüseyin Kul,Halis Akyıldız,İbrahim Halil Aktürk,Ümit Türk,Şükrü Gündüz
27 Tebax 2024•Rojanekirin: 28 Tebax 2024
Taviya baranê ya li hin herêmên Stenbolê barî, tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Taviya baranê ya ku serê sibehê li Perê Ewropayê yê bajêr dest pê kir, li hin deveran wekî taviya bibirqetav dewam kir.
Li Şîşlî, Beşîktaş, Kagithane û Sariyerê ji ber baranê trafîk giran bû, di rêbejaya D-100 û Otorêya TEMê ajokar hêdîka çûn.
Ji ber ava li ser rêyan gol bû, hin ajokaran zehmetî kişand.
Hat ragihandin ji ber mixalefeta hewayê, seferên Metro Îstanbul û Xeta Teleferîkê ya TF1 Maçka-Taşkişla û TF2 Eyup-Piyer Lotiyê hatin rawestandin.