07 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2015
Êrîşên hêzên PYDê yên li taxa Şêx Meqsûda bakurê Helebê, li ser sivîlan, hat protestokirin.
Bi sedema ku êrîşên PYDê yên li ser sivîlan werin protestokirin, grûbek aktivîst li taxa Bustan el Qesra bajêr çalakî organîze kir. Gelek kes tevî protestoyê bûn û pankartên "Kurd birayên me ne, PKK dijminê şoreşê ye, PKK hûn ê di demeke nêz da ji vir birevin" vekirin û êrîş şermezar kirin.
Hêzên Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) jî ji bo ku di çalakiyê da rageşî dernekeve, qada çalakiyê kontrol kir.
Aktivîstên herêmî gotin ku ji ber êrîşên hêzên PYDê, yekîneyên mixalif operasyon birin ser hêzên PYDê.
Aktivîstan gotin ji ber ku yekîneyên PYDê bi hêzên mixalif nikarin, bi mixalifan ra peyman kir û garantî dan ku wê li herêmê êdî bûyeran dernexin, lê PYD li ser sozê xwe nasekine û car caran li ser rêya Kastelloyê êrîşan dike û gel radike ser piyan.