Li Hekariyê rêya herêmên baregehan hatin vekirin
Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ekîban rêyên herêmên baregehan vekirin. Di rêyan da qalindahiya berfê heta 4 mêtreyan derdikeve.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku rêya Girê Rehmo û herêma baregehê ya Yildizê veke, xebat da destpêkirin.
Di 17 kolîmêtre rêya ku berfê girt da qalindahiya berfê cî bi cî heta 4 mêtreyan dertê. Ekîban piştî xebateke zor û zehmet rê vekir.
Ekîban zinarên ku di hezazê da ketibûn ser rê jî avêtin û rê paqij kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.