Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ê heyama pêş ji bo xwe bikin heyameke nû ya pêşketinê"

Kemal Karadağ  | 17.04.2024 - Rojanekırın : 18.04.2024
Serokomar Erdogan: "Em ê heyama pêş ji bo xwe bikin heyameke nû ya pêşketinê"

TBMM

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê kêfa reqîbên xwe yên ku dixwazin partiya me biliqime, neynin. Em ê heyama pêş ji bo xwe bikin heyameke nû ya pêşketinê."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir ku hilbijartina 31ê Adarê bi rêjeya ji sedî 40,5 dengan bi serkeftina Îtifaqa Cumhur qediya û wiha axivî, "Ji sedî 54,3yê hezar û 400 şaredariyan ji hêla Îtifaqa Cumhur va tên îdarekirin. Her çiqas CHP ji ber îradeya neteweyî nerazîbe jî Lijneya Hilbijartinê gotina dawîn got. Di heyama pêş da ez ê şexsî sipasiya xwîşk û birayên li Hatayê bikim. Em hewl bidin ku çavkaniyên bajaran li şêniyên bajaran bên xerckirin û destûrê nedin ku rêxistinên terorê dîsa miseletî bajarên me bibin."

Erdogan destnîşan kir gotinên kesên ku bi vegotina îqtidara herêmî û îqtidara navendî dixwazin rêvebirina dualî bi cî bikin, heger diyetê nedin şirîkên bi hev ra dem bûne, tenê xeyalekî vala ye û wiha got, "Li 81 bajarên me tenê desthilatdariyek heye û ew jî Serokomar û kabîneya wî ye ku di hilbijartinên 14-28ê Gulanê da gel rayeya rêvbirina welêt dayê."

Serokomar Erdogan diyar kir divê em peyamên ku gel di sandoqê da daye rast bixwînin û wiha peyivî, "Ev mihasebe ji bo gelê me yê ezîz ku gava hewce kiriye bi canê xwe jî li cem me sekiye wezîfeya me ye. Em ê li gorî daxwaz û rexneyên gel di nava xwe da guherînên hewce bikin û hê bi hêzdarî di rêya xwe da bimeşin. Em ê kêfa reqîbên xwe yên ku dixwazin partiya me biliqime, neynin. Em ê heyama pêş ji bo xwe bikin heyameke nû ya pêşketinê. Divê her kes bibîne û bizanibe ku heya em nebêjin qediya tu tişt naqede. Em partiya herî çalak ya vî welatî ne û kelecana me mînanî roja ewil zindî ye. Di 4 salên pêş da ku êdî hilbijartin jî tuneye înşellah em ê di têkoşîna xwe ya dijî enflasyonê da bi ser bikevin. Em berê jî bi ser ketin û em ê dîsa jî bi ser bikevin."

Erdogan destnîşan kir tu kes di wê kalîbre û kapasîteyê da nîne ku der barê hesasiyeta wî û kadroya wan ya li ser Filistînê da biaxive û wiha pê da çû, "Jiyana me bi doza Filistînê watedar bûye. Di dema têkoşîna neteweyî da li Tirkiyeyê Quweyî Miliye çi be Hemas jî heman tişt e. Helbet haya me ji berdêla vê gotinê heye. Ez weke Tayyîp Erdogan bi tena serê xwe jî bimînin heya Xwedê emir bide ez ê têkoşîna Filistînê biparêzim û daîm bibim dengê gelê mezlûm yê Filistînê.Belkî em nikarin hin tiştê dikin bidin fêmkirin, lê kesên li ser hesasiyeta me ya Filistînê xeber didin zû an jî dereng wê rezîl bin û bibînin ku neheqiyeke çawa dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.