HAKKARÎ
Li Hekariyê ji bo ku paraşûta palê pêş keve û belav be dest bi xebatan kirin.
Der û dorên Hekariyê bi tevahî çiya ne û ev jî ji bo paraşuta palê tiştekî zehf baş e. Endamên Komeleya Çand û Werzişên Siruştî ya Çiyayê Reşko ji bo ku paraşûta palê pêş keve û belav be dest bi xebatan kirin.
Endamên komeleyê li zozana Bercelana ku bilindahiya wê 2 hezar mêtre ye û ji bo nîşankirina parkûra paraşuta palê dest bi firînên ceribandinê kirin.
Murat Adiyamanê endamê komeleyê diyar kir ku armanca wan ew e ku li bajêr bingeha paraşuta palê daynin.
Adiyaman bal kişand ser armanca xwe û wiha got: "Armanca me ew e ku li bajêrê xwe vê werzişê pêşda bibin û bala werzişvanên paraşuta palê bikişînin ser Hekariyê."