Mümin Altaş
25 Mijdar 2021•Rojanekirin: 26 Mijdar 2021
Wezareta Parastina Neteweyî (MÎT) ragihand li bakurê Iraqê li Garayê 4, li Qendîlê jî 2 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Operasyonên hêzên ewlehiyê yên dijî PKKya rêxistina terorê li bakurê Iraqê dewam dikin.
Di operasyonên MÎTê yên li herêmê da li Garayê 4, li Qendîlê jî 2 terorîst hatin berterefkirin. Hat tespîtkirin ji wan terorîstan yek qaşo berpirsyarê têkiliyên derva yên rêxistinê Nîhat Goren e ku navê wî yê kod "Botan" e.
Hat ragihandin terorîst Gorenê di sazûmaniya "TAK"ê da cih digire di operasyonên Pencikê da birîndar bûye, lê piştî tedawiya wî qediyaye li Garayê dest bi çalakiyan kiriye.