Tirkiye

Li Erzirom, Qers û Erdexanê berf dibare

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, İdris Karaoğul, Günay Nuh, Muhammet Mutaf  | 04.03.2026 - Rojanekırın : 04.03.2026
Li Erzirom, Qers û Erdexanê berf dibare Cüneyt Çelik

Erzurum

 Li Erzirom, Qers û Erdexanê berf dibare.

Li Erziromê serê sibehê berfê dayê û bi navber dibare.

Bi ketina berfê ra bajar cardin spî bû û bi berfa ku çend roj in dikeve va qalindahiya berfê 53 santêm hat pîvan.

Li bajêr germa hewayê bi şev 10 pile hat pîvan, bi baniyên hin avahiyan va şembelîk çêbûn.

Ekîbên şaredariyê berfa ser kolan, kuçe û peyarêyan paqij dikin.

- Qers

Li Qersê duh berfê dayê û bi navber dewam dike. Berfê bajêr cardin nixumand. Welatiyan berfa pêşiya kargehên xwe avêt, xwendekar jî dema çûn dibistanê li ser rê û dirban tengasî kişandin.

Hin şofêran jî berfa ser wesayîtên xwe paqij kir.

Li navçeya Sarîqamişê jî piştî ketina berfa zêde ekîban dest bi avêtina berfê kir.

Li navçeyê qalindahiya berfê ji mêtre û nîvekê zêdetir bû, berfa ser kolanên sereke di çûyîn û hatina wesayît û rêwiyan da tengasî derxist.

Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê ji bo paqijkirina berfê xebat da destpêkirin.

Li navçeya Akyakayê jî berf ket û serma çêbû. Bi baniyan va şembelûk çêbûn. Ekîban li navçeyê xebat da destpêkirin.

- Erdexan

Li Erdexanê serê sibehê berfê dayê.

Bi ketina berfê ra bajêr spî bû, di rêyan da cemed çêbû û cemed dibe sedema tengasiyê.

Hin tir li ser rêya Erdexan-Çamliçatakê sekinîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın