Yusuf Ayas
09 Tebax 2022•Rojanekirin: 10 Tebax 2022
Li Şenkayaya navçeya Erziromê pezkoviyên di bin parastinê da ne hatin dîtin.
Pezkoviyên li ber tunebûnê ne û ji ber vê jî nêçîra wan qedexe ye û tên parastin li qadeke ser Taxa Nîşantaşiyê hatin dîtin.
Dîmenên koma pezkoviyên li ser kevir û zinaran digeriyan bi têlefonê hat qeydkirin û wan çawa ferq kir ku li wan mêze dikin ji wê derê dûr ketin.
Huseyîn Çavga daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ber bi zozanê va diçûn û dema rastî pezkoviyan hatin kelecanî bûn û wiha domand: "Pezkovî gelekî xweşik in û divê siruşt jî bê parastin."