Necmettin Karaca
07 Adar 2024•Rojanekirin: 12 Adar 2024
Li Erdîşa navçeya Wanê ji ber berfa ku bi şev dest pê kir navçe çîlspî bû.
Piştî berfa ku duh şev dest pê kir li ser dar û wesayîtan berf kom bû.
Welatiyan serê sibê berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Ekîbên şaredariyê jî li ser rêyan dest bi xebatê kirin.
Ji şêniyên navçeyê Mehmet Akîf Çelebî diyar kir ku bi barîna berfê li navçeyê dîmenên xweş derketin holê.
Çelebî got ew kêfxweş in ku berf dîsa barî û wiha axivî: "Em hêvî dikin ku bendav tijî bibin, çavkaniyên avê zêde bibin. Berf û baran çandiniyê geş dikin û hîlberîn zêde dibe. Ji ber vê em dixwazin ku dewam bike."