Türkan Tosun
14 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2020
Li Enqereyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 18 şikbarên ji Iraqê hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, tîmên Mîduriya Şaxa Îstixbaratê û Têkoşîna dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê bi piştgiriya MÎTê xebatek kir.
Bi vê xebatê va navnîşana 20 şikbarên Iraqî yên ku bi DEAŞa rêxistina terorê û herêmên pevçûn lê hene ra eleqar in hatin tespîtkirin.
Serê sibê di operasyonê da 18 şikbarên ji Iraqê hatin binçavkirin.
Ji bo şikbarên fîrarî bên girtin jî operasyon dewam dike.