Tirkiye

Wezîr Soylu daxuyand, navend Diyarbekir li 10 parêzgehan li dijî hişbirfiroşan operasyon hat destpêkirin

Ahmet Kaplan, Aydın Arik, Fecri Barlık, İsmail Şen  | 21.06.2022 - Rojanekırın : 22.06.2022
Wezîr Soylu daxuyand, navend Diyarbekir li 10 parêzgehan li dijî hişbirfiroşan operasyon hat destpêkirin

Diyarbakir

 Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyand ku navend Diyarbekir li 10 parêzgehan li dijî hişbirfiroşan "Operasyona Kokê Biqelîne" hat destpêkirin.

Wezîr Soylu di civîna çapemeniyê da ku li Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê hat lidarxistin, daxuyand ku 8 meh berê bi kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê û bi xebat û xîreta ekîban va Operasyona Kokê Biqelîne hat destpêkirin.

Soylu wiha got, "Girîngiya operasyonê ev e, li Diyarbekirê hem baron hem baronîçe hem narko teror hem kuçefiroş hemû piştî projeya me ya qada narko ya ku di 21ê Îlonê da hat destpêkirin, hatin tesbîtkirin.

Di operasyonê da 292 hedef hene. Li 10 parêzgehan bi giranî jî li Diyarbekirê 4 hezar û 200 hevalên me yên polês û cendirme tevî 400 wesayît û 20 kûçikên narkotîk va serê sibê di saet 05.00an da ketin malan û heta niha 213 kes binçav kirin."

Waliyê Diyarbekirê Ali Îhsan Su, Midûrê Giştî yê Ewlekariyê Mehmet Aktaş, Fermandarê Cendirmeyê yê Herêmê Tumgeneral Fuat Guney, Fermandarê Cendirmeyê Tuxayê Tuxgeneral Gokhan Çiloglu û Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Huseyîn Aşkin beşdarî civînê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.