Sevim Hatun
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
ADANA
Li Seyhana navçeya Edenê di malekê de, cesedê 6 kesa hatin dîtin, hejmarek zêde ekîbê polêsan sewqî ciyê bûyerê hatin kirin.
Li gor agahiya ku hat hildan ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li ser îxbara "ji malekê dengê çek hat" çûn navnîşana li kuçeya bi nimreya 64014an a Taxa Kurtuluşê.
Bi destûra dozgeriyê deriyê malê hat vekirin. Ekîbên polêsan li vir cesedê 6 kesa dîtin.
Hejmarek zêde ekîbên polês, agirkuj û ambulans sewqî ciyê bûyerê hatin kirin.
Hat tespîtkirin ku li ser ceseda birîna guleyan tune ye.