Fikret Kavğalı
14 Tebax 2023•Rojanekirin: 14 Tebax 2023
Li Çukurovaya navçeya Edeneyê kesê ket gola bendavê wenda bû. Ji bo kesê wenda xebata lêgerînê hat destpêkirin.
Yusuf E. (22) digel hevalê xwe li tanga Pira Çatalanê ket Gola Bendava Seyhanê.
Yusuf Eyê ji bo hênik bibe ket avê, qederek şûnda ji ber çavan wenda bû. Hevalên wî yên ferq kirin ku Yusuf E. ji avê derneket, agahî dan polêsan.
Polêsan li dewrûberê tedbîra ewlekariyê sitand, ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez jî li cihê bûyerê amade disekinin.
Her wisa xozneberan ji bo Yusuf E. bibînin, xebat dan destpêkirin.