
Adana
Li Edeneyê 45 koçberên hat tesbîtkirin bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûne hatin girtin.
Ekîbên Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û yên Şaxa Deriyên Sînor ên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ji ber gumanê otobusa rêwiyan a plaqeya wê 21 ABA 633 ye li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Edene Haci Sabanci rawestand.
Di kontrola otobusê da ekîban tesbît kir ku 45 biyanî bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûne.
Ji bo miemeleyan koçber birin Şaxa Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînor.
Herdu ajokarên otobusê M.G. û R.G. hatin binçavkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.