Ahmet Kaplan,Ömer Yasin Ergin
13 Nîsan 2022•Rojanekirin: 13 Nîsan 2022
Li Baglara navçeya navend a Diyarbekirê înşaetek tep bû û hin karker di binê kavilan da man.
Li Baglara navçeya navend, li taxa Baglarê înşaetek hilweşiya û sedema wê hê ne kifş e.
Li ser agahiya ku karker di binê kavilan da mane, gelek ekîbên tenduristî, polês, AFAD û îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Hin karker ji binê kavilan hatin derxistin û ew bi ambulansan rakirina nexweşxaneyên bajêr.
Ekîb li ser kavilan xebatê didomînin.