Li Diyarbekirê operasyona berhemên dîrokî: 4 binçavkirî
Diyarbakir
Li Diyarbekirê di operasyona dijî berhemên dîrokî da 4 şikbar hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyên Bajêr îxbar hildan ku şikbarên li Sîlvanê rûdinin ji bo berhemên dîrokî yên di destê xwe da bi 400 hezar lireyî bifroşin li mişteriya digerin.
Dema li îstasyona petrolê hewl didan berhemên dîrokî bifroşin şikbar hatin girtin.
Li ser şikbaran û di wesayîtên wan da 416 sîkeyên zîv ên ji heyama Îslam, Osmanî û Romayê hatin girtin.
Berhemên dîrokî hatin mihefezekirin û teslîmî Midûriyeta Muzeyê kirin.
Karûbarên fermî yên 4 şikbaran hê dewam dikin.