Haydar Şahin
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li Kocakoya navçeya Diyarbekirê minîbêsek welgeriya, di qezayê da yekê wan giran 5 kes birîndar bûn.
Minîbêsa bi pîlaqeya 06 BIM 962 ya Fevzî Burlukkara diajot li tanga Kokulupinara Kocakoyê ya li ser rêbeja Bîngol-Diyarbekirê welgeriya.
Di qezayê da 5 rêwî birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr, hat ragihandin ku rewşa birîndarekî xedar e.