Elif Orhan
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Li Antalyayê midîbêsa rêwiyan wergeriya li gor tesbîtên ewil di qezayê da 3 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
Li tanga Çubukbeliyê ya navçeya Doşemealtiyê midîbêsa rêwiyan a bi plakaya 34 AFA 785 wergeriya.

Gelek ekîbên îtfaiye, polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Li gor tespîtên ewil di qezayê da 3 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda.
Hat diyarkirin ku kesên di midîbêsê da ji bo ku beşdarî turnuvaya fitbolê bibin ji Stenbolê diçûn navçeya Manavgatê.