Aziz Aslan,Ömer Yasin Ergin
27 Nîsan 2021•Rojanekirin: 28 Nîsan 2021
Li Diyarbekirê li bazara heywan tên firotin şer derket, kesek hat kuştin jê 3 kes giran 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li Sûra navçeya Diyarbekirê li bazara heywanan 2 kes ji ber sedemeke hê ne diyar e pev çûn.
Di pevçûnê da Cemal I, Sefer A, Remzi I. û Kemal I. û Mehmet U. û Salih T. yê hewl da wan ji hevdu veqetînin birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Kemal I. li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî ligel hemû hewldanan mir.
Hat ragihandin birîna Cemal I, Sefer A û Remzî I. giran e.