16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2016
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku di operasyona ku li Sûra navçeya Diyarbekirê dewam dike da terorîstan êrîş kir û 8 leşker birîndar bûn. Leşkerekî ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê cangorî bû.
Di daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyona ku li Sûrê do dewam dikir da endamên rêxistina cihêkar bi çekan êrîş kirin, di êrîşê da rewşa yek wan giran bi tevahî 8 leşker birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyan, leşkerê ku rewşa wî giran bû ligel hemû midaxeleyan cangorî bû. Rewşa 7 leşkerên birîndar di asta xetereyê da nîne û û tedawiya wan dewam dike.