14 Gulan 2016•Rojanekirin: 15 Gulan 2016
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku do li welêt û bakurê Iraqê bi teyareyên şer ên bi tîpa F-16 û F-4 2020î va 9 operasyon birin ser hedefên rêxistina terorê û 98 hedef hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê do ber destê sibehê ji saet 04.00an pê va li nav welêt û li bakurê Iraqê operasyon hatin kirin.
Hat diyarkirin ku balafirên şer ên bi tîpa F-16 û F-4 2020 li Daxlica, Çukurca û dorbera Hekariyê û digel vê li bakurê Iraqê li herêmên Zap, Xakurk, Metîna, Heftanîn, Avaşîn, Basyan û Qendîlê derketin operasyonê.
Sererkaniyê diyar kir ku hedefên rêxistina terorê û 98 hedef hatin îmhekirin.
Hat ragihandin ku operasyona ku îro şebeqê birin ser hedefên rêxistina terorê yên li Daxlicaya herêma Hekariyê jî dewam dike.