04 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2020
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, li devera çiyayî ya Bazîda navçeya Agiriyê di operasyona ku Hêzên Esmanî ji hewa va piştgirî dan da 3 terorîst bi çekên wan va hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, di çarçoveya Operasyona Yildirim-3yê da li devera çiyayî ya navçeya Bazîdê yekîneyên Komandoya Cendirmeyan û Harekata Taybet a Cendirmeyan (JOH) ku girêdayî Fermandariya Cendirmeya Bajêr e, di operasyona ku bi piştgiriya Hêzên Esmanî hat kirin da 3 terorîst bi çekên xwe va hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku bi vî hawî di çarçoveya operasyonên Yildirimê da nava rojê li Diyarbekirê 3 û li Agiriyê jî 3, bi tevahî 6 terorîst hatin berterefkirin, hat gotin ku li herêmê operasyon dewam dikin.