Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî merasima vekirinê ya xeta metroyê ya Aksaray û Yenîkapiyê bû li vir axivî û li ser bûyerên Dêrsimê sekinî.
Davutoglu diyar kir di bûyerên Dêrsimê de neheqî li elewiyan hatkirin û gelê kurd jî rastî hin nebaşiyan hatin. Davutoglu got ku wekî elewî û kurdan misilman, xiristiyan sûnî û hin hêlên civakê yên din jî rastî zilmê hatin û kî dibe bila bibe li dijî her cure zilmê ne.
Davutoglu bi bîr xist ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ji ber gotina wî ya "Dêrsim Kerbelaya hemdem e" ew rexne kir û wiha axivî: "Ji ber ku Birêz Serokomarê me ji ber bûyerên Dêrsimê lêborîn xwest, ji ber ku min jî zilma ku li Dêrsimê hat kirin li Haci Bektaşê anî zimên, (Devlet Bahçelî) dibêje min xeletî kiriyê û dibê ez lêborînê bixwazim. Ez li vê ji Birêz Bahçelî û hevalên wî re dibêjim, heke ku li zilm û zordariya dema yekpartîbûnê (Dema CHPê) xwedî derkevin, ev ji bo we zîletek e."
Davutoglu behsa pêvajoya dardakirina Seyîd Riza jî kir û wiha axivî: "Dema ku Seyîd Riza birin îdamê wî wiha got: 'Em ehlê Kerbelayê ne. Em bê xeta ne. Bila gunê we bi me were, merhametê bikin, eyb e'. Birêz Bahçelî, (Seyîd Riza) tenê tiştekî dixwaze. Kurê wî jî wê bê dardakirin. Huseyînê kurê wî, 17 salî ye. Temenê kurê wî dikin 21 û wî dibin îdamê. Emrê Seyîd Riza jî ji 78an dadixin 51an, ji bo ku hedê temen çênebe. Dibêje ku 'Piştî min kurê min darda bikin da ku ez derdê wî nebînim. Qebûl nakin, pêşiyê kurê wî li ber çavên wî darda dikin, pişt re wî darda dikin. Vêga ev ne zilm e? Kî vê yekê dike bila bike, dijberiya vê yekê, xwedîderketina nirxên vê axê nîne?"
Serokwezîr Davutoglu li ser êrîşa Mescida Eqsayê jî sekinî, Îsraîl rexne kir û wiha axivî: "Em cardin dubare dikin. Em xizmetkarên ax û kevirên Qudsê ne. Yên ku dixwazin Qudsê, Mescida Eqsayê, qibleya me ya ewil hilweşînin û xerab bikin, bila bizanibin ku ji bo me ferqa Mescida Eqsayê û Kabeyê tuneye, parastina wan ji me wezîfeyeke îlahî ye."