Burak Akay
13 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2022
Li Bîgaya navçeya Çanakkaleyê bi lerza 4,3yan erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) di saet 06.21an da li Bîgaya navçeya Çanakkaleyê bi lerza 4,3yan erd hejiya.
Li gor tesbîtê erd 12,12 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Li ser medyaya civakî hat parvekirin ku erdhej li Stenbol, Balikesîr û Bursayê jî hat hîskirin.
Waliyê Çanakkaleyê Îlhamî Aktaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, heta niha tu êxbareke neyênî nehatiye ber destê wan, ekîbên AFADê li herêma erdhejê fealiyetên kontrolê didomînin.