Rıdvan Korkulutaş
27 Tebax 2021•Rojanekirin: 28 Tebax 2021
Li Bîngolê ji ber ku ava çêm zêde bû 30 kes li Çemê Muradê mehsûr man û bi destê ekîban hatin xilaskirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, 3 malbat ji bo seyranê çûn Çemê Muradê yê ji nêzî gundê Qumgeçîtê ra derbas dibe. Demekê şûnda ava çêm bilind bû û ji ber vê 30 kes li Çemê Muradê mehsûr man.
Li ser îxbarê ekîbên cendirmeyan û AFADê hatin herêmê û piştî xebata tengaya 2 saetan li ber xwe da 30 kes bi bota avê va xilas kirin.