İbrahim Atmaca
03 Adar 2019•Rojanekirin: 03 Adar 2019
Li Beyogluyê agir bi avahiyeke 5 qatî ket û 3 kes tê da birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li taxa Asmali Mescidê li kuçeya Şehbenderê agir bi qatên jorîn ê avahiyeke 5 qatî ket û sedema şewatê hê ne diyar e.
Li ser êxbarê ekîbên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê û 3 kesên ku di avahiyê da mehsûr mabûn, derxistin derva.
Bedena birîndaran di şewatê da cî bi cî şewitîye û piştî midaxaleya ekîbên tenduristiyê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Ekîbên îtfaiyeyê li ser îdiaya ku hinekên din jî tê da mane dixebitin.