İbrahim Toprak
24 Gulan 2025•Rojanekirin: 26 Gulan 2025
Li Batmanê minibês û midibês li hev qelibîn, 7 kes birîndar bûn.
Li daketina Herêma Pîşesaziya Organîze ya Batmanê minibêsa bi plakaya 72 S 0516 û midibêsa bi plakaya 72 S 0081 ên ku navê ajokarên wan nehatiye hînbûn li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Bi ambulansan 7 kesên di qezayê da sivik birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Batmanê.