BATMAN
Li Qada Cumhuriyetê ya Batmanê, di qehwexaneyekê de, di navbera pismamên malbata Gundemê de şer derket û di şerê ku çek û kêr hatin bikaranîn de 2 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya herêmê û hin nexweşxaneyên taybet yên bajêr. Merivên kesên hatin kuştin, qrîz derbas kirin. Polêsan li dora nexweşxaneyê tewdirên berfireh girtin.