Şahin Seçen
17 Tebax 2024•Rojanekirin: 19 Tebax 2024
Li Heskîfa navçeya Batmanê di kontrola ekîbên cendirmeyan da cixareyên qaçax hatin desteserkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Navçeyê di teftîşên rêyan da di nava 6 wesayitanda berhemên ji gumrukê qaçax desteser kirin.
Di lêgerînan da 976 pakêt cixare, 41 cixareyên elektronîk û 25 pakêt tutina hûrkirî hat dîtin.
Derbarê 6 kesan da karûbarên edlî hatin kirin.