Zafer Tayfur
06 Gulan 2024•Rojanekirin: 07 Gulan 2024
VAN (AA) - Li Başkaleya navçeya Wanê serê sibehê berf barî.
Li navçeyê taviya baranê ya ku duh êvarê tesîra xwe nîşan da, ber destê sibehê vegerand barîna berfê.
Li navçeyê bi barîna berfê ra germahiya hewayê daket, dar û wesayît bi berfê spî bûn û her wiha cihên bilind di bin berfê da man.
Şêniyê navçeyê Kiyas Bakişkan diyar kir ku ew şaş û metel man ku serê sibehê ew çav bi berfê ketin.
Bakişkan bal kişand ku li Antalyayê û li parêzgehên din sezona behrê vebûye û wiha dewam kir, "Îro 6ê Gulanê ye û li navçeya me berf barî. Em hê jî sobeyan dadidin."