Nihat Kavşut
24 Hezîran 2020•Rojanekirin: 24 Hezîran 2020
Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy ragihand ku li balafirgehên qerebalix heta 1ê Tîrmehê û li balafirgehên din jî heta 15ê Tîrmehê wê navendên testê yên Kovîd-19ê bên vekirin.
Ersoyê bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy ragihand ku li balafirgehên qerebalix heta 1ê Tîrmehê û li balafirgehên din jî heta 15ê Tîrmehê wê navendên testê yên Kovîd-19ê bên vekirin.
Ersoy diyar kir ji hêla tevdîrên dijî Kovîd-19ê da Tirkiye bi tesîsên ku sertîfîkaya wan heye li gor standardên Ewropayê dewleta herî ewle ye.
Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy der barê Sertîfîkasyona Turîzma Ewle da wiha got: "Hejmara otêlên ji bona wan serlêdan hatine kirin ji 727an derbas bûye, hejmara restoranan gihîştiye 900î. Derdora hezar û 650î da serlêdan hene."
Ersoy destnîşan kir plajên gel yên ku Wezareta Çand û Turîzmê dişixulîne wê li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bikin.
Wezîrê Çand û Turîzmê Ersoy diyar kir hedefa wan ya ji bona 2023yan 75 milyon turîst û 65 milyar dolar qezenc hê jî heye û got ku em ê demildest bi ser xwe da werin û bigihêjin vê hedefa xwe.