02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2019
Li bakurê Iraqê li herêmên Metîna û Zapê di operasyona esmanî da hedefên PKKya rêxistina terorê hatin bombebarankirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî Operasyona Pencikê ya dijî PKKya rêxistina terorê bi biryardarî dewam dike.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê di vê çarçovoyê li herêmên Metîna û Zapê operasyona esmanî kirin.
Di operasyonê da mewziyên çekan, sitargeh û depoyên muhimatan ên ji hêla PKKya rêxistina terorê dihatin bikaranîn, hatin îmhekirin.