ÎSLAMABAD
Hat ragihandin ku li Weziristana Bakur a herêma eşîrên Pakistanê li dijî Talibanê operasyon hatin kirin û di operasyonan de endemekî El-Qaîdeyê yê payebilind hat girtin û 11 milîtan jî hatin kuştin.
Di daxuyani ya ku bi destê berdevkiya artêşê hat dayîn de hat diyarkirin ku li Weziristana Bakur ji hewayê êrîşî 6 cihên ku di destê milîtanên Talibanê de ne kirin û di encama êrîşan de 11 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku endamekî El-Qaîdeyê yê payebilind gava ku ji herêma Mîranşahê direvî bi destê hêzên ewlekariyê ve hat girtin lê der heqê kesê ku hatiye girtin de agahi nehat dayîn.
Hat diyarkirin ku ji 15ê hezîranê vir de di operasyonên li dijî Talibanê de 340 milîtan hatin kuştin.