Di çalakiya ku di çarçoveya pîrozbahiyên sala 567emîn a fetha Stenbolê hat lidarxistin da li Ayasofyayê Sûreyê Fethê hat xwendin
Elif Irmak
29 Gulan 2020•Rojanekirin: 31 Gulan 2020
Istanbul
Di "Şayiya Fethê" ya li Ayasofyaya ku Fatîh Sultan Mehmet piştî bajêr bi dest xist nimêja ewil a înê li wir kir ya ku di çarçoveya salvegera 567emîn a fetha Stenbolê hat lidarxistin da Sûreyê Fethê hat xwendin.
Di çarçoveya çalakiyên 567emîn salvegera fetha Stenbolê ya ku bi kordînasyona Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê seranserê rojê dewam kirin da ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê va li Ayasofyayê "Şayiya Fethê" tê lidarxistin.
Çalakiyê pêşaniya bi dîmenên droneyên ku ji ser rotayên ku Fatîh Sultan Mehmetê padşahê 7emîn ê Împaratoriya Osmaniyan a dema Stenbolê fetih kir ji ser bejayê meşand ra hatine Ayasofyayê dest pê kir.
Di nav Ayasofyaya ku Mehmetê 2yemîn piştî dorpêçkirina 54 rojan dewam kir di 29ê gulanê 1453yan roja sêşemê fetih kir nimêja ewil a înê lê kir da Sûreyê Fethê hat xwendin.
Di çalakiyê da Diayê Fetihê hat xwendin. Serokomar Erdogan jî dia kir.
Şayiya Fetihê dê bi pêşaniya fişengên hewayî ya li Nîvgirava Dîrokî biqede.
Herwiha dê bikaribin ji ser qenalên Youtubeyê û hesabên medyaya civakî yên Serokomarî û Serokatiya Ragihandinê û qenalên televîzyonê hemû bernameyê zindî temaşe bikin.