Tirkiye

Li Antalyayê lehî çêbû

Hatice Özdemir Tosun  | 12.12.2022 - Rojanekırın : 13.12.2022
Li Antalyayê lehî çêbû

Antalya

 Li Kumlucaya navçeya Antalyayê piştî barana gur lehî çêbû, gelek mal û kargeh di binê avê da man.

Barana ku piştî nîvro dest pê kir ji ser çem û robaran ra avêt.

Li navenda navçeyê mal û kargeh di binê avê da man.

Şaredariyê hişyarî da welatiyan ku ew ji malên xwe dernekevin û li cihên ewle bimînin.

Hin wesayît li ber avê ketin, kesên di van wesayîtan da asê man jî ji hêla makîneyên kar va hatin xelaskirin.

Şaredarê Kumlucayê Mustafa Koleoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku hemû pire ji ber lehiyê hilweşiyan û lehiyê zirar da hin mal û wesayîtan ku divê welatî baldar bin.

Qaymeqamê Kumlucayê Tekîn Erdemir jî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber barana gur ya piştî nîvro lehî çêbû.

Erdemir got di gelek mal û kargehan da zirar çêbû ew hewl didin li hemberî vê afatê li ber xwe bidin û ji bo vê jî ew xebatan bi rêk û pêk dimeşînin.

- Li Fînîkeyê dibistan hatin tetîlkirin

Qaymeqamê navçeya Fînîkeyê Musa Kazim Çelîk jî daxuyand ji ber lehiyê li 4 taxan di hin mal û kargehan da zirar çêbû.

Çelîk got ji ber lehiyê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın