03 Adar 2016•Rojanekirin: 04 Adar 2016
AGRI
Midûriya Çand û Tûrîzmê ya Bajarê Agiriyê konferansa "Ehmedê Xanî û Mem û Zînê" li dar xist.
Konferans li Navenda Çand û Kongreyê ya Agiriyê hat lidarxistin. Ji Zanîngeha Mûş Alparslanê Endamê Hîndekariyê Alk. Doç. Dr. Ayhan Tek wek axêver beşdarî konferansê bû.
Tek di konferansê da axivî û got ji bo ku Ehmedê Xanî baştir were fêmkirin, divê jiyan û fikra wî bi awayekî pir baş were lêkolînkirin.
Tek destnîşan kir, alimên ku piştî Ehmedê Xanî perwerde bûn, ew wek rêber qebûl kirin. Tek der heqê naveroka Mem û Zîna Ehmedê Xanî da jî agahî da.
Waliyê Agiriyê Musa Işin, Alîkarê Walî Sedat Încî, Midûrê Ewlehiya Bajêr Metîn Turgay Karabulak, Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr Muhsîn Bulut û amîrên hin saziyan jî beşdarî konferansê bûn.
Walî Işin piştî konferansê ji bo pêşkêşiyê sipasiya xwe pêşkêşî Tek kir û maketa "Keştiya Nûh" diyariyî wî kir.