Türkan Tosun
25 Sibat 2021•Rojanekirin: 26 Sibat 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm di bin sifirê da 14 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Li herêma ku germahî wê li gor demsalê be, ba jî wê ji hêla bakur va nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Agiriyê 14, li Qersê 8, li Erdexanê 6, li Erziromê 5 û li Erzinganê 2 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Erzinganê 10, li Îdirê 8, li Qersê 3, li Erdexanê 2 û li Agiriyê di binê sifirê da 3 pile be.
Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokenê 116, li Sariqamîşê 79 û li Konakliyê jî 43 santîmetre hat pîvan.
Ji ber hişkî û cemedê çêbibe, talûkeya şepeyê heye ji şofêr, welatî û rayedaran hat xwestin ku ew baldar û bi tevdîr bin.