Cüneyt Çelik,Abdullah Söylemez
20 Sibat 2023•Rojanekirin: 21 Sibat 2023
Li Çelikhana navçeya Adiyamana ku ji erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 ên 6ê sibatê bi bandor bû, rêyên deverên gundewar ji ber erdhejê qelişîn.
Derz û qeşên ûr ên di rêbeja Adiyaman-Çelikhanê de mezinahiya erdhejê didin nîşan.

Li bajarokê Yaylakonakê jî ji ber erdhejê ji hinek çiyayan kevir û latên mezin gindirîn jêr.
Ekîban kevir û latên ku gindirîbûn ser rêyan, rakirin.