İbrahim Atmaca
23 Sibat 2020•Rojanekirin: 24 Sibat 2020
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Îdir, Erzincan û Agiriya bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê berf wê bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa ewrsayî û ewrayî tê payîn, li gor texmînê heta danê nîvro bi navber şilope wê bibare û paşê berfê bibare. Bişev û serê sibê jî qeşa û cemed tê payîn.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erzincanê 2 pile, di binê sifrê da li Îdir û Erdexanê pileyek, li Erziromê 2 pile, li Qers û Agiriyê 3 pile hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde li Îdirê 11, li Erzincanê 10, li Qers û Agiriyê 4, li Erdexanê 3, li Erziromê 2 pile tê payîn.
Li herêmê qalindahiya berfê li Erziromê 7, li Qersê 8, li Agiriyê 26, li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepe 65, li Navenda Kaşûnê ya Erganê 67, li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 72 santêm hat pîvan.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku piştî barîna berfê dibe ku şepe rabe, qeşa û cemed çêbibe. Ji bo van jî divê welatî bi tevdîr û baldar bin.
- Qers
Li Qersê merivan di berf û mijê da tengasî kişand.
Li bajêr duh berfê dayê û bi navber heta serê sibê dewam kir. Bi berfê ra mij çêbû, merib ji 10 mêtreyan zêdetir pêşiya xwe nedît.
Şofêran di rêyan da tengasî kişand, ekîbên Şaredariya Qersê û yên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejan berfa rê verot.
Li navçeya Sariqamîşê şofêran di berfê da tengasî kişand. Qalindahiya berfê li navenda navçeyê 15 santêm hat pîvan.
Welatiyan berfa ber mal û kargeha xwe avêt, ekîbên şaredariyê jî xebat da destpêkirin.
- Erdexan
Li navenda Erdexanê jî berf barî.
Berfê serê sibê dayê û bi navber dewam kir. Ji bo şofêran hişyarî hat dayîn.
- Tuncelî
Li Ovacika navçeya Tunceliyê barîna berfê jiyan kir tengasiyê.
Li Ovacikê berf bi şev gur bû û rêya gelek gund û taxan hat girtin.

Qalindahiya berfê li hin deran heta 2 mêtreyan derket. Welatiyan berfa ber mal û kargeha xwe avêt.
Malên yekqatî di nav berfê da man, rêncber jî ji bo alifê heywanên xwe nesekinîn.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêya navenda navçeyê û rêya gundan dixebitin.