ANKARA
Dengdayîna ku ji bo 32 bajaran saet di 07.00î de dest pê kir, qediya.
Li gor biryara LBHyê Adiyaman, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elazig, Erzîncan, Erzirom, Gazîantep, Gîresun, Gumuşhane, Hekarî, Qers, Meletye, Kahramanmaraş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tûncelî, Riha, Wan, Baybûrt, Batman, Şirnak, Ardahan, Îdir û Kilîsê dengdayînê di saet 07.00an de dest pê kiribû.
Li van bajaran miameleyên dengdayînê di saet 16.00an de qediya. Welatiyên di heyama ku saeta dengdayînê temam bû li ser sindoqan bûn, piştî ku ji aliyê serokên lijneyên sindoqan ve hatin diyarkirin, dê bikaribin dengê xwe bidin.
Welatiyên ku li bajarên ji bilî van bajaran dijîn, dê bikaribin saet heta 17.00an dengê xwe bidin.