ERBÎL
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê bi dest xist, li cihê hilbijartinê ya li nêzî têketina Ankavayê, hinek hilbijêrên ku dereng hatin xwastin rayên xwe bidin. Hêzên ewlehiyê ji wan re gotin dema raydanê qediya û em nikarin bihêlin ku hûn ray bidin. Li ser vê di navbera wan de şerê biçek derket û 3 kes birîndar bûn.
Hat îdiakirin ku hilbijêrên xwestin ray bidin, endamên Partiya Goran in.