Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li salona Tempodromê bi dengdêrên xwe re hat bal hev û piştî ku bangî wan kir derbasî herêma Stralssûndê bû. Seroka Giştî ya Partiya Yekîtiya Xirîstiyanên Demokrat (CDU) Angela Merkel di bangewaziya xwe ya li Berlînê de jî destnîşan kir ku dengdêrên bêbiryar divê bên qaîl kirin û wiha got: "Ji bo ku ez 4 salên din jî ji Almanyayê re xizmetê bikim, ji gel rica dikim ku bila min hilbijêrin."
Merkelê bilêv kir, koalîsyona ku bi Partiya Demokrat a Azad (FDP) re avakirine dixwazin bidin dewam kirin, lewra berê bi Partiya Demokrata Civak (SDP) re koalîsyon kirine lê di koalîsyona bi FDPyê re de gelek mijar çareserkirin.
Ji bilî Merkelê serokên partiyên din jî li qadên xwe yên qampanyayê bangî dendêrên xwe kirin.
Li Almanyayê 61 milyon û 800 hezar kes dê ray biavêjin. Hat ragihandin ku ji 5 dengdêran yek di ser 70 saliyê de ye.
Herî kêm 100 namzedên biyanî ji bo ku bên bijartin dê beşdarî hilbijartinan bibin.