Ayşe Karaosmanoğlu
01 Tebax 2025•Rojanekirin: 02 Tebax 2025
Li tevahiya welêt germahiya hewayê di ser asta demsalê ra ye û li 14 bajaran germahî ji 40 pileyê derbas bû.
Li gor daneyên li ser malpera Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê li tevahiya welêt germahî 6 û 12 pile ser asta demsalê ye û germahî dê ji îro pê va bikeve asta demsalê.
Di roja ewil a tebaxê da germahî li 14 bajaran di navbera 40 û 45,4 pileyê da bû.
Germahiya herî zêde ya rojê bi 45,4 pileyê li Kurtalana navçeya Sêrtê û Silopiya navçeya Şirnexê hat pîvan. Piştî wan bi 44,9 pileyê Dargeçîta navçeya Mêrdînê û 44,4 piletê va Sîlvana navçeya Diyarbekirê tê.
Parêzgehên ku germahiya hewayê derket ser 40 pileyî ev in:
| BAJAR/ NAVÇE | SICAKLIK(C°) |
| Sêrt, Kurtalan | 45,4 |
| Şirnex, Silopî | 45,4 |
| Mêrdîn, Dargeçît | 44,9 |
| Diyarbekir, Sîlvan | 44,4 |
| Batman, Beşirî | 44,3 |
| Elezîz, Keban | 43,8 |
| Meletî, Yazixan | 43,7 |
| Bingol, Genç | 42,4 |
| Erzincan, Kemaliye | 42,1 |
| Gazîentab, Karkamiş | 41,9 |
| Tuncelî navenda bajêr | 41,7 |
| Adıyaman, Besni | 41,5 |
| Şanliurfa, Bîrecîk | 41,5 |
| Muş navenda bajêr | 40,2 |