Di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê yên li 14 parêzgehan da 26 gumanbar hatin girtin

Ankara
Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê yên li 14 parêzgehan da 26 gumanbar hatin girtin.
Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da destnîşan kir ku hinek ji gumnabaran endamên DEAŞa rêxistina terorê ne, propagandaya terorê dikirin, ji bo saziyên bi rêxistinê ra peywendîdar fînans dab^İn dikirin.
Yerlîkaya diyar kir ku li gorî van tesbîtan li 14 parêzgehan ku di nava wan da Enqere û Stenbol jî heye, cendirmeyê operasyon li dar xistin.
Di operasyonan da 26 gumanbar hatin girtin û hejmarek gelek dokumentên rêxistinî û materyalên dijîtal hatin desteserkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.