20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
IGDIR
Li Îdirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da tevî meleyê gundekî 10 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan ekîbên Fermandariya Cendirmeyan li dijî kesên li ser navê PKKyê dixebitin derketin operasyonê.
Hat diyarkirin di operasyonê da ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" tevî meleyê gundekî 10 kes hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin piştî kontrola tenduristiyê gumanbaran birin qereqolê.