Aişe Hümeyra Akgün
29 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2024
ÎSTANBUL (AA) - Hunermendê şanoyê û pêşkeşvan Kenan Işikê ji ber ku xwîn firiyabû mêjiyê wî 10 sal e di komayê da bû, di 76 saliya xwe da wefat kir.
Işikê ku demeke li Navenda Rehabîlîtasyonê ya Schmîederê ya Almanyayê tedawî dibû vê sibê li Nexweşxaneya Zanîngeha Başkentê ya Stenbolê mir.
Weqfa Xurtkirinê ya Hemû Hunermendan û Pîşesaziya Fîlman (Fîlm-San) li ser medyaya civakî der barê mirina Işik da daxuyaniyek da û wiha got: "Rehma Xwedê li lîstikvanê şano, sînema û rêzefîlma Tirkan Kenan Işik be. Em ji malbat û hezkiriyên wî ra sersaxiyê dixwazin."
Ozan Zeybekê hevalî Işik û lîstikvan Alî Sunal jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wêneyên wî parve kirin û xemgîniyên xwe anîn ziman.
Yusuf Kenan Işik di 1ê Cotmeha 1947an da li Meletiyê hatibû dinyayê û piştî perwerdeya xwe ya lîseyê li Enqereyê dest bi şanoyê kiribû.
Serokomar Erdogan ji bo wefata hunermend Kenan Işik peyama sersaxiyê da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo hunermend Kenan Işikê ku wefat kir got rehmet li wî be.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Ji ber wefata şanoger, hunermendê dengdayînê yê gelek hêja, pêşkêşvan û rojnamevan Kenan Işik Beg gelekî xemgîn im. Rehma Xwedê li wî be. Ez ji malbata wî, hezkiriyên wî û hemû alema huner û medyaya me ra sersaxiyê dixwazim. Cihê wî cinet be."